2’yemîn Kongreya Meclisa Jinan a Sûriyeyê tê lidarxistin

2’yemîn Kongra Meclisa Jinan a Sûriyeyê bi dirûşma "Di Sûriyeke nenavnedî û yekgirtî de, bi yekitiya jinan em ê dawî li şer bînin û aştiyê ava bikin" dest pê kir.

20 gulan, 2024   11:21
HELEB

2’yemîn Kongra Meclisa Jinan a Sûriyeyê bi dirûşma "Di Sûriyeke nenavnedî û yekgirtî de, bi yekitiya jinan em ê dawî li şer bînin û aştiyê ava bikin" dest pê kir. Kongre bi beşdariya 250 delegeyî li hola Cizîrê ya li taxa Şêmeqsûd a Helebê tê lidarxistin.

Kongre bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Axaftina Meclisa Jinan a Sûriyeyê ji aliyê berdekva meclisê ya li herêma berava Sûriyeyê Rîhab Îbrahîm ve tê kirin.

Li gorî komîteya amadekar a kongreyê, piştî axaftina Rîhab Îbrahîm, dê hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed biaxive. Endama Nivîsgeha Têkiliyan a Meclisa Jinan a Sûriyeyê Suhêl Senuh jî dê perespektîvan bixwîne. Bi rêya bernameya "Zoom" ê kesayetên jin ên ji derve beşdar bibin.

Di kongreyê de dê sedemên ku ji piştî kongreya damezrîner (8’ê Îlana 2017) ve Meclisa Jinan a Sûriyeyê kongre li dar nexistine, rêbazên bidawîkirina aloziya Sûriyeyê û rêbazên pêşxistina jinan werin vegotin. Di dawiyê de dê plansaziya siberojê ya meclisê werin diyarkirin.

(bb)

ANHA