70 şehîd li Dêrazorê hatin bibîranîn

Şêniyên kantona Dêrazorê ya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi merasîmkeê şehîdên di dem û cihên cuda de di Kanûn, Çile û Sibatê de şehîd bûne bi bîr anîn. Her wiha malbatên wan soz dan ku têkoşînê berdewam bikin ji bo ku armancên zarokên xwe bi dest bixin.

70 şehîd li Dêrazorê hatin bibîranîn
70 şehîd li Dêrazorê hatin bibîranîn
70 şehîd li Dêrazorê hatin bibîranîn
70 şehîd li Dêrazorê hatin bibîranîn
70 şehîd li Dêrazorê hatin bibîranîn
70 şehîd li Dêrazorê hatin bibîranîn
70 şehîd li Dêrazorê hatin bibîranîn
70 şehîd li Dêrazorê hatin bibîranîn
70 şehîd li Dêrazorê hatin bibîranîn
70 şehîd li Dêrazorê hatin bibîranîn
70 şehîd li Dêrazorê hatin bibîranîn
25 sibat, 2024   15:56
DÊRAZOR

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarokê El Kesra yê rojavayê kantona Dêrazorê ji bo bîranîna 70 şehîdên di dem û cihên cuda de di Kanûn, Çile û Sibatê de şehîd bûne, merasîmek li avahiya fermandariya leşkerî ya bajarokê El Kesrayê li dar xist.

Tevî malbatên şehîdan, endamên Meclisa Malbatên Şehîdan, saziyên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a kantona Dêrazorê di merasîmê de beşdar bûn.

Di merasîmê de hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a rojavayê Dêrazorê Esma El Hisên axivî û sersaxî da malbatên şehîdan.

Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Dêrazorê Rakan El Ferîc jî got: "Bi saya fedakariyên şehîdan em di nava ewlehiyê de ne. Em soz didin ku li ser şopa wan bin."

Ji fermandên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Nûrî El Xelîl jî wiha axivî: "Em soz didin şehîdên xwe yên pakrawan ku li ser şopa wan bin û xwîna wan vala naçe. Em dibêjin yan serkeftin yan şehadet. Bila dijmin bizane ku em her tim hazir in û amade ne herêmên xwe biparêzin."

Di dawiya merasîmê de mûm li ber wesîqeyên şehadetê yên şehîdan hatin pêşxistin.

(şx)

ANHA