Yekemîn çalakiyên 8'ê Adarê dest pê kir

Yekemîn çalakiyên 8`ê Adarê bi vekirina pêşangeheke berhemên destan û berhemên çandî li navçeya Dirbêsiyê dest pê kir

Yekemîn çalakiyên 8'ê Adarê dest pê kir
Yekemîn çalakiyên 8'ê Adarê dest pê kir
Yekemîn çalakiyên 8'ê Adarê dest pê kir
Yekemîn çalakiyên 8'ê Adarê dest pê kir
Yekemîn çalakiyên 8'ê Adarê dest pê kir
Yekemîn çalakiyên 8'ê Adarê dest pê kir
Yekemîn çalakiyên 8'ê Adarê dest pê kir
Yekemîn çalakiyên 8'ê Adarê dest pê kir
25 sibat, 2024   15:45
QAMIŞLO

Di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê (Roja Jinan a Cîhanê de) ku ji aliyê platforma çalakiyên hevpar ên tevger û rêxistinên jinan ên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê duh bi dirûşma “Bi îradeya azad em siyasetên qirkirinê, dagirkeriyê û tecrîdê bi dawî bikin” hate destpêkirin, li dibistana Şehîd Barwer Zîlan a li navçeya Dirbêsiyê ya Kantona Cizîrê pêşangeheke kardestiyan û berhemên çandî hate lidarxistin.

Tevî rêveberiya dibistanên navçeya Dirbêsiyê û amadebûna Hevserokatiya Rêveberiya Perwerdeyê ya Kantona Cizîrê, bi sedan xwendekar û mamosteyên jin bi cil û bergên herêmî beşdarî pêşangehê bûn

Pêşangeh ji aliyê hevseroka Desteya Perwerdeyê ya Kantona Cizîrê Gulistan Îsmaîl ve hate vekirin. Dûre mêvan di nava pêşangehê de geriyan.

Di pêşangeha de kardestiyên jinan, berhemên kevnar, berhemên ji ax û dar û hin tabloyên ku ji aliyê xwendekarên jin û mamosteyên dibistanê ve hatine çêkirin, hatine pêşandan.

 Her wiha rêveberiya dibistanê û Desteya Perwerdeyê ya kantona Cizîrê xelat li şagirtên serkeftî belav kirin.

(eg/şx)