Li Helebê panelek li ser dîplomasiya civakî hat lidarxistin

Kesayetên civakî û siyasetmedarên Helebê diyar kir ku birêvebirina her civekekê ber bi pêşketinê ve bi rêya dîplomasiya civakî û bi rûyê wê ya rast li ser erdê pêkan e, ji ber ku armancên ji bo civakê xurttir dike.

25 sibat, 2024   16:24
HELEB

Komîteya Têkiliyan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi hevkariya rûspiyên eşîran li taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê panelek li dar xist.

Di panelê de endam û nûnerên saziyên civaka sivîl, partiyên siyasî, kesayetên serbixwe, rûspiyên eşîran, jinên sûriyeyî ji hundirê Helebê amade bûn û girîngî da dîplomasiya civakî.

Endama Meclisa Giştî ya PYDˊê Ayşe Hiso axivî û diyar kir ku têgehîna dîplomasiyê ew e ku zanista têkiliyan a di navbera dewletan de ye ku berjewendiyên dualî li ser bingeha qanûna navneteweyî û naverokên peymangehan pêk bîne.

Ayşe wiha domand: "Bi demê re pênaseya dîplomasiyê û şeklê wê hat guhartin, ji lew re pêkanîna têkiliyan di navbera dewletan de ji bo berewjendiyên dewletan e û êdî bû alava hegemoniyê. Anku aliyê xwe yê mirovî û civakî ji dest da."

Ayşe wiha pê de çû: "Pêdiviya me ji her demê bêhtir bi dîplomasiya civakî heye, ji ber ku rêya yekane ya alîgirî û dan û standinan e û heta rola îqnakirinê ye. Ji ber ku roleke girîng di peydakirina pêdiviyên gelan de dilîze, ewlehî û rûmetê xurt dike."

Dûre beşdaran nîqaş kir. Her wiha endamê Partiya Demokratî ya Kurdî ya Sûriyê Mihemed Elî Mihemed axivî û got dîplomasiya civakî ji dîplomasiya leşkerî, aborî û siyasî girîngtir e. Ew dîplomasî jî ji hêla dewlet û rejîmên desthilat tên ferzkirin û dîplomasiya civakî ji gel e û hunera lidarxistina têkiliyan e û dihêle civak li gorî wê bi pêş bikevin.

Endamê rêveber ê Saziya Kar û Barên Olî Şêx Elî El Hisên axivî û got: "Dîplomasiya civakî pêwîstiyek e. Ji ber, ger têkilî û hevkarî di nava civakê de tune be ew civak binkeftî ye. Derketina Rêbertî di vê demê de û pêşkêşkirina van fikir û projeyan xelasî ye. Ew mirovê serdemê ye."

Sekreterê Giştî yê Partiya Guhartin û Ronasansê Mistefa Qelecî îşaret bi pêwîstiya hebûna hêz û siyasetê ji bo pêkanîna dîplomasiya civakî kir û got: "Ji bo serkeftina çi xebatê divê alav û hêz hebin. Bêyî hêz û siyaseta rast dîplomasiya civakî pêk nayê."

(fr)

ANHA