Esed Menan: Normalîzekirin sîleyeke din a li rûyê çeteyan e

Çalakvanê siyasî Esed Menan diyar kir ku di hewldanên dagirkeriya Tirk ên normalîzekirina li gel hikumeta Şamê de windakarê herî mezin komên çeteyan in, yan dê xwe teslîm bikin an jî bi hikumeta Şamê re li hev werin an jî ji Sûriyeyê derkevin.

Esed Menan: Normalîzekirin sîleyeke din a li rûyê çeteyan e
29 tebax, 2024   06:10
ŞEHBA

Hewldanên normalîzekirinê yên di navbera hikumeta Şamê û dewleta Tirk de berdewam in û di vê dawiyê de agahî belav bûn ku civîn di navbera îstixbarata Rûsya û dewleta Tirk de ji bo vekirina korîdorên din ên di navbera herêmên dagirkirî û yên hikumeta Şamê de didomin. Hemwextî wê li herêmên dagirkirî alozî û şerên navxweyî di navbera çeteyan de didomin. 

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê herî dawî Rûsya û dewleta Tirk li bajarê Seraqibê yê li rojhilatê Idlibê li hev civiyan û vekirina rêyên M4 û M5 nîqaş kirin.

Çete li ser aqûbeta xwe bi fikar in ku mîna herêmên din ên Sûriyeyê be ku dewleta Tirk li beramber lihevkirinab radestî hikumeta Şamê kirin.

Çalakvanê siyasî Esed Menan destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker ji bo ku armancên xwe li Sûriyeyê bi dest bixe, ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve komên çete ava kirin û wiha domand: "Xwepêşandan aştiyane bûn. Lê piştî ku dewleta Tirk destwerdana wê kir, sînorên xwe li pêşiya koçberiyê vekirin, komên çete ava kirin û navên Osmanî lê kirin û ew bi kar anîn ji bo ku planên xwe pêk bîne."

Menan ev li gotinên xwe zêde kir: "Berê jî li gelek herêmên din ên Sûriyeyê mîna Xûtayê, dewleta Tirk komên çeteyan ji bo berejewendiyên xwe bi kar anîn. Çete ji Xûtayê derxistin û li beramber wê Efrîn dagir kir."

Menan destnîşan kir ku komên çeteyan di destê dewleta Tirk de bûne "pêlîstok" û çawa dixwaze wan bi kar tîne, geh dişîne Lîbyayê yan jî Azerbeycanê yan jî dewletên din ji bo ku berjewendiyên xwe bi rêya wan bi dest bixe.

Menan bal kişand ser hewldanên normalîzekirinê û got: "Erdogan dixwaze bi hikumeta Şamê re li hev were, ji ber ku nikare vîna gelê Kurd bişikîne û jiyana hevbeş a di navbera pêkhateyên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de têk bibe."

Li gorî Menan di hewldanên normalîzekirinê de windakarê herî mezin, komên çeteyan in û diyar kir ku ew neçar in an xwe radestî hikumeta Şamê bikin û pê re li hev werin an jî ji Sûriyeyê derkevin.

Menan helwesta Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Encûmena Nîştimanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) jî şermezar kir ku sûcên dagirkeriya Tirk ên li Efrînê paşguh dikin û hewl didin dagirkeriyê rewa bikin.

(şx)

ANHA