6 êriş li dijî bajarokê Kiswa yê başûrê Şamê

Dora bajarokê Kiswa yê başûrê Şamê bi 6 êrişên hewayî hate bombebarankirin.

6 êriş li dijî bajarokê Kiswa yê başûrê Şamê
27 tebax, 2025   21:51
ŞAM

Nûçegihanê me li Şamê ragihand ku çiyayê El Mani yê dora bajarokê Kiswa yê başûrê Şamê 6 caran hatiye bombebarankirin. 

Lê agahiyên dîtir der barê êrişê û encamê wê de nehatin bidestxistin.

Hejmara kuştiyên êrişa duh a Îsraîlê ya li dijî baregeheke leşkerî, derket 6 endaman ku hemû jî endamên Firqeya 44 in û yek jê fermandar e û 3 din jî birîndar bûn.

(şx)