WFP dê alîkariyê bişîne Siwêdayê

Bernameya Xurekê ya Cîhanê (WFP) ya Neteweyên Yekbûyî ji bo şêniyên Siwêdayê û malbatên li herêmên derdorê zîrar dîtine, alîkariya xwarinê ya lezgîn ragihand.

WFP dê alîkariyê bişîne Siwêdayê
27 tebax, 2025   21:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Bernameya Xurekê ya Cîhanê (WFP) ya Neteweyên Yekbûyî (NY), ji bo başûrê Sûriyeyê bernameya bersiva awarte ragihand. WFP ji bernameyê armanc dike ku alîkariyên xwarinê bigihîne şêniyên Siwêdayê û malbatên herêmên derdorê yên ji aloziyê zirar dtîne. 

Li gorî malpera fermî ya WFP`yê, armanc heye ku qada alîkariya ku ji şêniyên Siwêda, Dera û gundewarê Şamê re pêşkêş dike, berfiretir bibe nemaze ku di encama tundiyê de bi hezaran kes koçber bûn û civakên li wir ji bo mayînê, tê dikoşin.

Di raporê de hate diyarkirin ku tundiya li Siwêda û derdora wê, bû sedem ku koçberî çêbibe, sûk hatin girtin, ewlehiya xwarinê û rewşên mirovî bi paş ketin.

Di hefteyên bê de, WFP, dê pakêtên xwarinê yên awarte pêşkêş bike. Ev pakêt ji ard û berhemên xwarinê yên taybet li nêzî 600 hezar kesan yanî tevahiya nifûsa parêzgeha Siweydayê û her wiha malbatên li deverên derdorê, belav bike.

WFP, ji firehkirina qada alîkariya armanc dike ku nehêle aloziya mirovî ji vê pirtir aloztir bibe û hevgirtina civakî di vê pêvajoya hesas de biparêze.

armanca vê berfirehkirinê ew e ku pêşî li xirabbûna krîza mirovî bigire û di vê qonaxa krîtîk de hevgirtina civakî biparêze.

Rêvebera Bernameya WFP li Sûriyê Marianne Ward destnîşan kir ku nan ji bo malbatên sûrîyeyî wekî çavkaniyeke jiyanê ya girîng e û ev bernam hate ragihandin ku ji bo rewşa awarte nebe aloziyeke berfireh.

(ac/şx)

ANHA