5 roj e zaroka noqî çemê Zirganê bûye nehatiye dîtin

Aliyên têkildar di Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de û xelkê navçeya Zirganê ya kantona Cizîrê di lêgerîna zaroka bi navê Nêrmîn Xelîl a noqî çemê Zirganê bûye de dewam dike.

5 roj e zaroka noqî çemê Zirganê bûye nehatiye dîtin
23 adar, 2024   17:38
HESEKÊ

Xebatên lêgerîna zaroka bi navê Nêrmîn Xelîl a di çemê Zirganê de noq bûye di roja 5ˊan de dewam dikin.

Nûçegihanê me li Til Temirê daxuyand ku malbata zaroka bi navê Nêrmîn Xelîl (15) ku di çemê Zirganê de noq bûye aşkera kir ku dema wê hewl da dara di ava çemê gundê Ewade de bikişîne kete nava avê û noq bû.

Ava çemê Zirganê ji Bakurê Kurdistanê diherike û di Zirganê re derbas dibe û dikeve çemê Xabûrê.

(fr)

ANHA