48 endamên tev li Hêzên Ewlekariyê bûn

Ji kantona Cizîrê 48 endam piştî bidawîkirina dewreyekê tev li Hêzên Ewlekariya Hundirîn.

48 endamên tev li Hêzên Ewlekariyê bûn
48 endamên tev li Hêzên Ewlekariyê bûn
48 endamên tev li Hêzên Ewlekariyê bûn
48 endamên tev li Hêzên Ewlekariyê bûn
48 endamên tev li Hêzên Ewlekariyê bûn
48 endamên tev li Hêzên Ewlekariyê bûn
48 endamên tev li Hêzên Ewlekariyê bûn
23 mijdar, 2025   11:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Di çarçoveya hewldanên berdewam ên Hêzên Ewlekariya Hundirîn de ji bo başkirina şiyanên ewlehî û pêşxistina jêhatiyên endaman di tevahî waran de Dibistana Şehîd Munzur, roja 21ˊê Mijdarê, dewreyek bi navê Şehîd Etallah Elêwî El Îbrahîm bi dawî kir.

Di çalakiya derçûnê de jnûnerên ji Rêveberiya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a kantona Cizîrê, Rêveberiya fakulte û dibistanên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hejmarek efser û malbata şehîd Etallah amade bûn.

Di çalakiya derçûnê de gelek axaftinên pîrozkirinê hatin kirin û hat destnîşankirin ku divê ev zanîn û jêhatiyên wergirtî di jiyana rojane ji bo xizmetkirina civakê û welat werin pêkanîn.

48 endamên ji tevahî bajar û bajarokên kantona cizîrê bi dirêjahiya 55 rojan perwerdeyên fikrî, siyasî û leşkerî dîtin.

Di dawiyê de, ji bo teqdîrkirina kedên endaman, karname hatin belavkirin.

(fr)