Bîlançoya qurbaniyên lehiyên li Vîetnamê derket 90 kesî

Ji ber lehiyên li Vîetnamê heta niha 90 kesî jiyana xwe ji dest daye, di heman demê de jî tîmên rizgarkirinê li 12 kesên winda digirin.

Bîlançoya qurbaniyên lehiyên li Vîetnamê derket 90 kesî
23 mijdar, 2025   10:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Li herêmên başûrê Vîetnamê ji destpêka Mijdarê ve barana gur dibare, bi wê re lehî çêbûn, cihên tûrîzmî û şûnwaran binav bûn.

Li kêlek wê jî di hefteya borî de ji ber baranê taxên li bajarê Nha Trang ê tûrîzmî bi nav bûn û li bajarê Da Lat ê tûrîzmî jî ax şimitî.

Li gorî datayên beşa Birêvebirina Bendavan, Kontrolkirina Lehî û Bahozan a girêdayî Wezareta Çandinî û Geşepêdana gundewarê Vîetnamê, ji ber leheniyên dijwar ên li herêmên berfireh di çend rojên borî de nêzî 90 kes mirin.

Desthilatên Vîetnamê bi bîr xist ku li herêma Da Lat a ku herî zirar lê bûye 63 rewşên mirinê hatin tomarkirin, lê amara din li van herêman Khana Hoa, Lam Dong, Gia Lai, Hue, Da Nang û Quang Tri belav in û hîna 12 kes jî winda ne.

Zêdetirî hezar û 154 mal ku piranî li Lam Dng, Gia Lai, Hue, Da Nang û Quang Tri ne zirar dîtin. Lê tevî kêmbûna baranê di van 2 rojên dawîn de, lê hîna li deverên berfireh ên Dak Lak, bi taybet li taxên Xuan, Dong, Hoa, Hoa Thinh û Hoa Mai di bin avê de man.

Li kêlek wê jî kehrebe qut, zirar li zêdetirî 1,2 milyon mal bû, hîna 257 hezar mal bê kehrebe ye, û ji ber qutbûna kehrebeyê peywendî û enternet li kêlek kehrebe ji xizmetê derketin.

Hikumeta Vîetnamê nirxand ku ji ber lehiyan nêzî 341,5 milyon dolar zirar çêbû.

(fr)