Li dijî taxa Muhacîrîn a Humsê êriş

Komeke çekdar di van kêliyan de êrişî taxa Muhacîrîn a Humsê dikin. Li hember vê bûyerê şênî di navbera metirsiyê de ne.

Li dijî taxa Muhacîrîn a Humsê êriş
23 mijdar, 2025   12:14
HUMS

Di van kêliyan de çekdarên girêdayî "Bedo Benî Xalil", nemaze koma "Ewlad Etiye El Mûsa" êrişî taxa Muhacîrîn a Dahiya El Basil a Humsê dikin. 

Li gorî agahiyên şêniyan parve kirine, çekdar li nava kolanan digerin, bêserûber welatiyan gulebaran dikin, bi ser malan de digirin, dikanan dişikînin. 

Vê yekê di navbera şêniyên herêmê de tirs, fikar çêkir. Li hemberê jî aliyên ewlehiyê yên li herêmê bê deng in.

(fr)

ANHA