421 şervanên Erka Xweparastinê perwerde bi dawî kirin

Desteya Paratsinê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewreyeke din a şervanên Hêzên Erka Xweparastinê ji 421 şervanan bi dawî kir.

421 şervanên Erka Xweparastinê perwerde bi dawî kirin
421 şervanên Erka Xweparastinê perwerde bi dawî kirin
14 mijdar, 2024   18:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Parastinê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewreya bi jimara 43ˋyan a Erka Xweparastinê ya bi navê şehîd Hesen Sirîn li Akademiya Şehîd Ehmed El El Elî ya li kantona Reqayê bi dawî kir.

Di derçûna dewreyê de şandeyek ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bi serkêşiya hevseroka Meclisa Rêveber Evîn Siwêd, gelek nûnerên ji saziyên sivîl û leşkerî, rûspiyên eşîran û malbatên şervanan bedşar bûn.

Dewrey 2 mehan dewam kir û tê de 421 şervanan waneyên siyasî, fikrî û perwerdeyên leşkerî standin.

Di derçûna dewreyê de endamê Desteya Akademeyên Erka Xweparastinê Feysel Qamişlo axivî û bal kişand ser girîngiya perwerdeyê di xurtkirina karînên şervanan û amadekirina wan ji bo tehemûlkirina berpirsiyariyên parastina herêmên xwe de.

Di dawiyê de şervanên der çûne toraneke leşkerî pêşkêş kir.

(fr)