Çalakiyên 25'ê Mijdarê yên Tebqayê didomin

Çalakiyên bi boneya roja 25'ê Mijdarê li bajarê Tebqayê didomin. Di wê çarçoveyê de Desteya Çand û Hunerê rêzeçalakiyên ji bo bilindkirina asta têkoşînê li dijî tundiya li ser jinan, li dar xistin.

Çalakiyên 25'ê Mijdarê yên Tebqayê didomin
Çalakiyên 25'ê Mijdarê yên Tebqayê didomin
Çalakiyên 25'ê Mijdarê yên Tebqayê didomin
Çalakiyên 25'ê Mijdarê yên Tebqayê didomin
Çalakiyên 25'ê Mijdarê yên Tebqayê didomin
Çalakiyên 25'ê Mijdarê yên Tebqayê didomin
Çalakiyên 25'ê Mijdarê yên Tebqayê didomin
Çalakiyên 25'ê Mijdarê yên Tebqayê didomin
Çalakiyên 25'ê Mijdarê yên Tebqayê didomin
14 mijdar, 2024   18:17
TEBQA

Bi dehan nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, deste û meclisên wê, Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê û Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya yên kantona Tebqayê di rêzeçalakiyên çandê yên kantonê de beşdar bûn.

Di serî de pêşangeheke wênesaziyê li Navenda Çand û Hunerê ya kantonê hat vekirin. Di pêşangehê de tabloyên li ser jinan û vejandina hêviyê di nav zehmetiyan de, hatin pêşandan.

Li ser dika şehîd Mesna Ebdulkerîm jî şanoyek ji aliyê endama Navenda Çand û Hunerê ya Tebqayê Bêrîvan Dodex ve hat pêşkêşkirin.

Bêrîvan Dodex bal kişand ser zextên li ser jinan piştî zewacê û hewldanên lewazkirin û şikandina jinan. Her wiha Bêrîvan di dawiya şanoyê de da diyarkirin ku çareseriya tekane ya bidawîkirina tundiyê bilindkirina asta îradeyê ye.

Di dawiyê de fîlma "Xwişkên Şer" a li ser şervanên înternasyonal ên ku ji seranserî cîhanê hatin herêmê ku şerê çeteyên DAIŞ'ê bikin, hat pêşandan.

(mh/fr)

ANHA