QSDˋê nasnameyên 3 şervanên li Hesekê şehîd bûbûn aşkera kirin

QSDˋê nasnameyên 3 şervanên ku di teqîna erebeyekê li bajarê Hesekê de şehîd bûbûn, aşkera kirin û soza tolhildanê da.

QSDˋê nasnameyên 3 şervanên li Hesekê şehîd bûbûn aşkera kirin
14 mijdar, 2024   19:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) der barê 3 şervanên ku di 11ˋê mIjdarê de di encama teqîna erebeyekê li bajarê Hesekê de şehîd bûbûn, daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniya QSDˋê de hate gotin di 11ˋê Mijdarê de li bajarê Hesekê erebeyeke şervanên QSDˋê hat teqandin, di encamê de Hogir Amed, Serkêş Riha û Hemze Serêkaniyê şehîd bûn.

QSDˋê di berdewama daxuyaniyê de sersaxî da malbatên her sê şehîdan û tevahî malbatên şehîdan û diyar kir ku ew ê tola şehîdan ji sûcdar û kujeran hilînin û heta welatekî ewleh û aştiyane di têkoşîna xwe de dewam dikin.

Li gorî daxuyaniyê de agahiyên der barê nasnameyên şehîdan de wiha ne:

Nasnav: Hogir Amed

Nav û paşnav: Muhamad Can

Navê dayikê: Sedriya

Navê bav: Şukrî

Cih û dîroka jidayikbûnê: Amed

Cih û dîroka şehadetê: Hesekê-11.11.2024ˋan

Nasnav: Serkêş Riha

Nav û paşnav: Mistefa Qaytan

Navê dayikê: Fatma

Navê bav: Muhamad

Cih û dîroka jidayikbûnê: Riha

Cih û dîroka şehadetê: Hesekê-11.11.2024ˋan

Nasnav: Hemze Serêkaniyê

Nav û paşnav: Muhemed Salih El Mihemed

Navê dayikê: Xalîse

Navê bav: Salih

Cih û dîroka jidayikbûnê: Serêkaniyê-2000

Cih û dîroka şehadetê: Hesekê-11.11.2024ˋan.

(fr)