40 malbatên koçber gihaştin Hesekê

Ji kantona Efrîn-Şehbayê zêdetirî 40 malbatên bi darê zorê hatine koçberkirin, gihaştin Hesekê.

40 malbatên koçber gihaştin Hesekê
40 malbatên koçber gihaştin Hesekê
40 malbatên koçber gihaştin Hesekê
40 malbatên koçber gihaştin Hesekê
40 malbatên koçber gihaştin Hesekê
4 kanûn, 2024   16:21
HESEKÊ

Dawiya Mijdara borî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişeke berfireh li dijî Heleb û gundewarên wê da destpêkirin û kantona Efrîn-Şehbayê dorpêç kir. Meclisa Kantona Efrîn-Şehbayê ji bo pêşîgirtina li komkujiyan biryar da ku gel ji herêmê derxe.

Di vê çarçoveyê de bi hezaran malbat ji kantonên Efrîn-Şehbayê berê xwe da herêmên Rêveberiya Xweser.

Di 3 rojên dawîn de karwanên koçberan gihaştin deriyê El Bû Asî yê kantona Tebqayê û li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tên bicihkirin.

Zêdetirî 40 malbatên koçber ên ji kantona Efrîn-Şehbayê û Helebê gihsştin bajarê Hesekê. Koçber ji aliyê Meclisa Bajarê Hesekê ve hatin pêşwazîkirin. Bi awayekî demkî li dibistanekê hatin bicihkirin û pêwîstiyên wan hatin bicihanîn.

Li gorî agahiyên ku meclisê dane, hin malbatên din jî berê xwe daye Hesekê.

Endamên meclisê diyar kir ku Çerxerêya Panorama a li taxa Xiwêran wek nuqteya pêşwazîkirina koçberan û bicihanîna pêdiviyên wan hatiye destnîşankirin.

(bb)

ANHA