Di êrîşa Dêrikê de 4 welatî birîndar bûn

Li bajarê Dêrik li dijî cihekî şûştina erebeyan êriş pêk hat. Di encama bombebaranê de 4 welatî bi giranî birîndar bûn.

Di êrîşa Dêrikê de 4 welatî birîndar bûn
4 kanûn, 2024   17:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarê Dêrikê yê kantona Cizîrê dewleta Tirk a dagirker li bajareê Dêrikê êriş bi balafireke bê mirov a bi çek li cihê şûştina erebeyan a bi navê "Ararat " kire hedef.

Di encama bombebaranê de 4 welatî bi giranî birîndar bûn.

Birîndaran ji aliyên gelên Dêrikê ve hatin derxistin û rakirin nexweşxaneya Qamişlo.

Her wiha tevgera balafira keşfê ya dewleta Tirk li ser ezmana bajêr dêrîkê heta niha berdewam dike.