4 leşkerên Îsraîlê birîndar bûn

Hate ragihandin ku 4 leşkerên Îsraîlê di êrişa droneke bombekirî de li başûrê Lubnanê birîndar bûn.

4 leşkerên Îsraîlê birîndar bûn
7 gulan, 2026   09:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê ragihand ku 4 leşkerên wê duh li başûrê Lubnanê di êrişa droneke bombekirî de birîndar bûn. Artêşê diyar kir ku leşkerek bi giranî birîndar bûye.

Li gorî rojnameya Yedioth Ahronoth a Îsraîlê, berdevkê artêşa Îsraîlê got, leşkerên birîndar rakirine nexweşxaneyê û malbatên wan hatine agahdarkirin.

(bb)