Li Hewlêrê dronek hat xistin

Hate ragihandin ku hêzên Koalîsyona Navneteweyî dronek li nêzê Hewlêrê xistin.

Li Hewlêrê dronek hat xistin
7 gulan, 2026   09:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çavkaniyên xwecih, duh êvarî dronek li derdora navçeya Şeqlawa ya Hewlêrê hat xistin û tu zerarên madî û canî çênebûn.

Çavkaniyan ji ajansa Rojnewsê re ragihandin ku pergala parastina hewayî ya Koalîsyona Navneteweyî dronek li derdora herêmê xist. Çavkaniyan dane zanîn ku di bûyerê de tu zerar çênebûn.

Heya niha nehatiye zanîn dorn a kê ye.

(bb)