Li Dera û Quneytîrayê tevgerên Îsraîlê

Hêzên Îsraîlê ketin gundewarên Dera û Quneytîrayê.

Li Dera û Quneytîrayê tevgerên Îsraîlê
7 gulan, 2026   09:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewriyeyeke hêzên Îsraîlê ji 7 erebeyan pêk tê, ket herêma Wadî Ruqad a gundewarê rojavayê Derayê. 

Leşkerên dewriyeyê ku berbanga îro ket herêmê, li nêzî pira sereke, belav bûn.

Hate diyarkirin beriya vê tevgerê bi kêmî rojekê dewriyekek din ji 4 erebeyan û mînîbusekê pêk dihat ket bajarokê Refîd ê gundewarên Derayê û operasyonek keşfa meydanî pêk anîbû.

(bb)