Di roja 5ʹan de rewşa lidarxistina Pêşangeha Pirtûkan hat nirxandin

Di roja 5ʹan a Pêşangeha Pirtûkan de rewşa pêşangehê hat nirxandin, beşdaran destnîşan kir ku bi derfetên heyî li herêmê birêxistinkirina pêşangehekê bi tena xwe şoreşek e û divê her sal were lidarxistin.

19 cotmeh, 2024   20:45
QAMIŞLO

Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol a 8`an di roja xwe ya 5ʹan de li hola Zana ya bajarê Qamişloyê dewam dike. 

Îro danê êvarî xwendekar, nivîskar, rewşenbîr, wêjevan, xelkên herêmê, nûnerên ji Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê serdanan pêşangehê kirin.

Di çarçoveya bernameya pêşangehê de panelek bi sernavê “Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol: Rewş, Nêrîn û Asoyên pêşerojê” hat orgenîzekirin. Komîteya Amadekar, xwediyên pirtûkxane, endamên navend, sazî û yekitiyên ku beşdarî pêşangehê bûbûn, amade bûn. Panel ji aliyê berdevka Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û endama Komîteya Amadekar a Pêşangehê Narîman Evdikê ve hat birêvebirin.

`PÊŞANGHE SAL BI SAL GEŞTIR DIBE`

Xwediyê Pirtûkxaneya Manêsa Azad Dawûd nêrîna xwe anî ziman û diyar kir ku sal bi sal pêşangeh geştir dibe û got: “Ji ber hejmara dezgehan gelek in, divê ji bo lidarxistina pêşangehê cihek firehtir bê peydakirin. Em pirtûkan ji xelkê re tînin, ev mîhrîcaneke divê em wê biparêzên. Divê em rewşenbîrên derveyî herêmê jî vexwînin, gelek dezgeh dixwazin beşdar bibin, lê ji buhayê hatinê nikarin beşdar bin. Ji bo wê divê komîteya amadekar piştgiriyê bidin.”

`PÊŞANGEH JI HER KESÎ RE DERFETEK E`

Hevserokê Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê Ilyas Sîdo jî da zanîn ku beriya Şoreşa 19`ê Tîrmehê û avakirina çapxaneyan wan bi derfetên kêm pêşangeh orgenîze kir. Dewreya yekemîn 2017`an tecrube bû û bû gaveke baş û cihê xwe girt. Sîdo niha bi bilindkirina nirxê dolar li hemberî lîreya Sûrî û êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmê bandoreke neyînî li orgenîzekirina pêşangehê dike û got: “Pêşangeh, ji bo ku nivîskar berhemê hev û du bibînin û civatên çandî li dar bixin, ji her kesî derfeteke baş e. Em ê tevî hemû astengiyan birêxstinkirina pêşangehê bidomînin.”

`PÊŞENGEH BI XWE ŞOREŞEKE`

Nivîskar û hevseroka Yekitiya Rewşenbîrên Kantona Cizîrê Enahîta Sîdo destnîşan kir ku ji ber ew her rastî qedexekirinê hatine pêşangeh bi dewlemendkirina zimanê Kurdî û nivîsa jinê pêşangeh bi xwe bûye şoreşek û wiha dom kir: “Xewna me bû, em pirtûkeke xwe çap bikin, tê dîtin ku li gel malbatan çanda xwendinê ne di wê asta ku tê xwestin de ye. Divê çanda xwendinê bê xurtkirin. Berdewamkirina pêşangehê girîng û pîroz e, lê divê diyarkirina rojên pêşangehê li gorî derfetan bê lidarxistin.”

`AMADEKARÎ BAŞ HATINE KIRIN`

Endama Saziya Zimanê Kurdî (SZK) Delal El Haşimî diyar kir ku SZK`ê cara yekemîn e beşdarî pêşangehê dibe, niha bi 11 berheman beşdarî bûye. Delal destnîşan kir ku amadekariyeke baş ji bo pêşangehê hatiye kirin û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Gelek kes tên û dixwazin naveroka pirtûkan nas bikin. Lê divê kirîn û firotina pirtûkan nebe cihê bazirganiyê.”

Endamê Komîteya Amadekar a Pêşengeha Pirtûkan a Şehîd Herekol a 8`an Ebdulmecîd Xelef bal kişand ser dewreyên destpêkê ji pêşangehê û da zanîn ku berê tenê 16 dezgeh beşdar dibûn, niha bûne 54 dezgeh û got: “Pirtûk bi zehmetî derbasî herêmê dibin, em nikarin beriya mehan ji pêşangehê dezgehan vexwînin, ji ber rewşa êrişan em dereng dizanin em ê karibin pêşangehê li dar bixin an na. Li gelek deveran li gorî rewşa xwe pêşangehan radewstînin, lê em bi derfetên kêm dewam dikin.”

PIRTÛKÊN KURDÎ Û EREBÎ HATIN ÎMZEKIRIN

Piştre li baskê Weşanxaneya Şilêr, ji weşanên Weşanxaneya Şilêr Romana nivîskara ji Bakurê Kurdistanê Sîdar Jîr bi sernavê “Duşema Rengîn `3 kêm 10 deqîqe`” bi zimanê Kurdî hate îmzekirin û belavkirin. Li heman cihî ji weşanên Yekitiya Nivîskarên Kurd li Sûriyeyê pirtûka nivîskar Zahid Mehmûd bi zimanê Erebî û ji weşanên Desteya Çandê pirtûka nivîskar Ferhad Seyda ya bi sernavê “Çîrokê Çîvanokê (Sê Şano)” bi zimanê Kurdî hatin îmzekirin û belavkirin.

Roja 5ʹan a Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol a 8`an bi gera xelkê di nava pirtûkan de bi dawî bû.

Pêşangeh 15`ê Cotmehê di bin dirûşma “Ka em xwendinê bikin şêweyekî jiyanê” li hola Zana ya bajarê Qamişlo hatibû vekirin, wê heta 22`ê Cotmehê dewam bike.

(sb)

ANHA