375 koçberên din yên Êzidî vegeriyan Şengalê

Wezareta Koç û Koçberan ya Iraqê ragihand ku ji wargeha koçberan a Zaxoyê 375 koçberên Êzidî bi dilxwazî vegeriyan ser cih û warê xwe yên li Şengalê.

375 koçberên din yên Êzidî vegeriyan Şengalê
375 koçberên din yên Êzidî vegeriyan Şengalê
375 koçberên din yên Êzidî vegeriyan Şengalê
13 mijdar, 2023   16:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Vegera koçberên Êzidî ya ji bo Şengalê bê navber dewam dike. Wezareta Koç û Koçberan ya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku 375 koçberên Êzidî ji wargeha Persef Yek ya li bajarokê Zaxo ya Herêma Kurdistanê, bi daxwaza xwe vegeriyane ser cih û warên xwe yên li Şengalê.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku proseya ji bo vegerandina penaberên di wargehan de dewam dike, ji bo kesên vedigerin ser cih û warên xwe pêdawîstiyên bingehîn tên dabînkirin.