Rewşenbîrên Tebqayê li hember sûcên dewleta Tirk daxuyanî da

Hunermend û rewşenbîrên Tebqayê sûcên dewleta Tirk a dagirker ên dijî gelê Sûriyeyê şermezar kirin û bang li her kesê kirin ku li hember wan sûcan û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bikevin tevgerê.

Rewşenbîrên Tebqayê li hember sûcên dewleta Tirk daxuyanî da
13 mijdar, 2023   15:53
TEBQA

Bi dehan hunermened û rewşenbîrên bajarê Tebqayê û endamên Navenda Çand û Hunerê li pêşiya navenda çandê kom bûn û têkildarî mijarê daxuyaniyek da.

Daxuyanî ji aliyê endamê rêveberiya Komîteya Çand û Hunerê ya Tebqayê Usama Ehmed ve hat xwendin. Usama got: “Hê jî pergalên dîktator bêyî ku hesab ji wan were pirsîn, li dijî gelên azadîxwaz tundiyê dimeşînin. Hikumeta AKP`ê ya Tirkiyeyê destdirêjiyên xwe li djiî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dike, sivîlan û binesaziya herêmê hedef digire, axa Sûriyeyê dagir dike, siyasetên dijberî qanûnên navneteweyî dimeşîne, piştgiriya komên tundraw dike, demografiyayê diguherîne, xwecihên herêmê dide koçberkirin û ava Firatê digire.”

Di dewama daxuyaniyê de tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan jî hat şermezarkirin û bang li her kesê hat kirin ku li hember sûcên dewleta Tirk û tecrîdê bikevin tevgerê û têkoşînê mezin bikin. Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin: “Fikrên Rêber Abdullah Ocalan dê ji bo Rojhilata Navîn aştiyê bînin.”

(c)

ANHA