Efserekî hikumeta Şamê li bejahiya Laziqiye hate kuştin
Efserekî hêzên hikumeta Şamê dema ku diçû gundewarê Laziqiyê ji aliyê çekdarên nenas ve hate kuştin.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) da zanîn ku çekdarên nenas bi kemînekê li bakurê Laziqiye efserekî hêzên hikumeta Şamê kuştin û reviyan.
Efserê hatî hedefgirtin, ji gundê Watî Zekiye yê gundewarê Tartûsê ye.
Li herêmên di bin kontrola hêzên hikumeta Şamê de, tevliheviya ewlehiyê belav e ku di encamê de mîna van bûyeran li dijî endamên hêzên hikumeta Şamê tên kirin.
(mh)