Dîmenê Çalakiyên ku 36 dagirker hatin cezakirin hatin weşandin

Gerîla TV dîmenê operasyona şoreşgerî ya ku 22’ê Kanûnê li Xakurkê li darxistin û di encamê 36 dagirker hatin cezakirin weşand.

Dîmenê Çalakiyên ku 36 dagirker hatin cezakirin hatin weşandin
15 ÇILE, 2024   11:36
NAVENDA NÛÇEYAN 

Gerîla TV dîmenê operasyona şoreşgerî ya 22’ê Kanûnê ku li Xakûrkê ji gelek baskan ve hate kirin û 36 leşker hatin kuştin, çek û çeperan hate kişandin weşand.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê beriya niha bi daxuyaniyekê ragihandibû ku 22'ê Kanûnê saet di 15:00 de bi navê yek ji fermandarên pêşeng ên gerîla Şehîd Ahmed Rûbar li Xakurkê operasyona şoreşgerî lidar xistin.

Daxuyaniya wiha bû:

“Di operasyonê de 27 dagirker hatin cezakirin, ku gerîla çûn ser 17 cenazeyan û dest danîn ser gelek çek û cebilxaneyan.

Li Metînayê jî bi rengekî koordîneyî çalakiyek hatibû kirin û 9 dagirker hatibûn cezakirin.

Artêşa Tirk ku windahiyên xwe bi rêk û pêk ji raya giştî vedişêre, piştî vê çalakiyê neçar mabû ku li kuştina tegmen Ramazan Gunay, çawişê pispor Mehmet Serînkan, leşker Îsmaîl Yazici, leşkerên ji bo pereyan şer dikin Emre Taşkin, Yasîn Karaca û Çagatay Erenoglû mikur bê.”