Stasyona Udê ya petrol û kehrebê yên Tirbespiyê hatin bombebarankirin

Balafirên dewleta Tirk a dagirker stasyona Udê ya petrol û stasyona kehrebê ya navçeya Tirbespiyê ya kantona Cizîrê bombebaran kirin.

Stasyona Udê ya petrol û kehrebê yên Tirbespiyê hatin bombebarankirin
15 ÇILE, 2024   11:42
QAMIŞLO

Beriya çend kêliyan balafirên dewleta Tirk a dagirker stasyona Udê ya petrolê û stasyona kehrebê ya navçeya Tirbespiyê ya kantona Cizîrê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bombebaran kirin.

Ji 13ˊyê Çileyê û heta vê kêliyê ve balafirên artêşa Tirk a dagirker stasyonên petrolê, avahiyên xizmetguzarî, tenduristî û sivîl ên li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bombebaran dikin.