Kongra Star: Heta armancên me pêk werin têkoşîna me berdewam e

Kongra Star bi boneya salvegera damezirandinê xwe ya 19`an daxuyaniyek da û teqezî bi berdewamkirina têkoşîna xwe li gorî felsefeya "Jin, Jiyan, Azadî" kir.

Kongra Star: Heta armancên me pêk werin têkoşîna me berdewam e
15 ÇILE, 2024   11:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Kongra Star bi boneya salvegera 19’an a damezirandina Kongra Star a ku 15`ê Çileyê ye, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Bi giyanê şehîdên şoreşa me Sakîna Cansiz, Leyla Şaylemez, Fîdan Dogan, Evîn Goyî, Leyla Agirî, Şîlan Baqî, Arîn Mîrkan, Zehre Berkel em salvegera damezirandina Kongra Star a 19`an li gelê me û tevahî jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîroz dikin."

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Kongra Star ji tevahî pêkhateyên herêmê û bi taybet jinan re bûye mînaka birêxistinkirinê di nava partiyan, rêxistinên jinan û rêxistinên civaka sivîl de û hate diyarkirin ku dê jin roleke pêşeng di pêkanîna Hevpeymana Civakî de di nava komîn, meclis û kantonan de bilîzin.

Di dewama daxuyaniyê de îşaret pê hate kirin ku tevî jin li Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêşengiya şoreşê dikin û gelek destkeftî bi dest xistin û hîna bi dest dixe, lê hîna ji aliyê alîgirên zîhniyeta baviksalar ve rû bi rûyî tundiyê û zilmê, binpêkirin û sûcên dagirkeran dibin.

Di daxuyaniyê de teqezî bi berdewamkirina têkoşînê li gor, felsefeya "Jin, Jiyan, Azadî" û dirûşma "Bi giyanê şehîdên pêvajoyê em ê têkoşîna xwe mezin bikin" heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û rizgarkirina tevahî jinan, hate kirin. Her wiha bang li jinan hat kirin ku xwedî li destkeftiyên şoreşa jinan derkevin û wan biparêzin.

(şx)