35 caran sînorê Dihokê yê Başûrê Kurdistanê hat topbarankirin
Tevî biryar û agirbesta PKK’ê, artêşa Tirk a dagirker bê navber êrişên xwe berdewam dike. Rêxistina CPT ya Amerîkayê ragihand ku tenê îro artêşa Tirk 35 caran sînorê Dihokê topbaran kir.

Êriş û bombebaranên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê, ruxmê biryarên Kongreya PKK’ê, bê navber berdewam in. Di heman çarçoveyê de tenê îro, gundên sînorê bajarokê Amêdiyê yê ser bi parêzgeha Dihokê ve 35 caran ji aliyê dewleta Tirk a dagirker hatin topbarankirin.
Endamê Rêxistina CPT ya Amerîkayê Kameran Osman li ser rûpela xwe ya medya dijîtal a facebook’ê ragihand ku ji saet 09:10’ê sibehê heta 15:00’an de, artêşa Tirk 35 caran çiyayê Garê û nava gundên Mijê, Kevne Mijê, Spêndarê û Girgaşê yên li sînorê Amêdiyê ya ser bi parêzgeha Dihokê, topbaran kirin.
Kameran Osman destnîşan kir ku topbaran li nav baxçeyên welatiyan û xanîyên valekirî yên gundiyan ketiye, ji ber wê ziyan gihişte zeviyên çandiniyê, xanî û baxên cotkarên van gundan.
Hêjayî gotinê ye ku piştî banga dîrokî ya Rêber Abdullah Ocalan ya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’, PKK’ê di navbera 5 û 7’ê Gulanê de Kongreya xwe 12’an li dar xist û ragihand ku hemû xebatên di bin navê PKK’ê têne kirin de bi dawî dikin. Vê yekê li ser asta navneteweyî û navxweyî dengek mezin veda û bi awayekî germî hate pêşwazîkirin. Bi pêngav û pêşengtîkirina xwe ev ne cara yekem e ku PKK ji bo bidawîkirina şer û pêkanîna aştiyê gav diavêje. Lê heta niha dewleta Tirk a dagirker gavên pêwîst e bavêje neavêtiye, berevajiyê wê bê navber Başûrê Kurdistanê topbaran û bombebaran dike.