34 Partiyên siyasî piştgirî da QSD'ê

Rêxistin û partiyên siyasî yên herêmê bang li hemû pêkhateyan kir ku destkeftiyên Rêveberiya Xweser biparêzin û destekê bidin QSD'ê.

34 Partiyên siyasî piştgirî da QSD'ê
8 kanûn, 2024   18:25
NAVENDA NÛÇEYAN

34 Partiyên siyasî yên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi wesîleya hilweşîna rejîma Baasˊê daxuyaniyeke nivîskî da û tê de diyar kir ku QSDˋê îsbat kir ku ew hêzeke nîştimanî ya tevahî gelê Sûriyeyê ye û armanca wê avakirina Sûriyeya pirreng û demokratîk e.

Partiyên ku li ser daxuyaniyê îmze kiriye ev in:

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK)

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD)

Partiya Kesk a Demokrat

Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê

Partiya Lîberal a Kurdistanê

Partiya Komunîst a Kurdistanê

Partî Demuqratî Kurdistanî-Sûrî

Partiya Çep a Demokrat a Kurd li Sûriyê

Partiya Çep a Kurd li Sûriyê

Partiya Sûriyeya Pêşerojê

Partiya Guhertina Demoqrat a Kurdistanê

Tevgera Nûjen a Kurdistanê

Yekîtiya Karkerên Kurdistanê (YKK)

Heya El Weteniya El Erebiye (Desteya Nîştimanî ya Erebî)

Partiya Nûjen û Demokrasiyê ya Sûriye

Partiya Rêkeftina Demokrat a Kurdî li Sûriyê

Tevgera Çaksazîyê-Sûriya

Partiya Roj a Demokratîk li Sûriyê

Partiya Aşûrî ya Demokratîk

Partiya Biratî ya Kurdistanê (PBK)

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM)

Kongra Star

Partiya Muhafezekaran

Partiya Têkoşîna Demokrat

Tevgera Pêşeroja Kurdistanê

Partiya Demokrat a Kurdistanê-Rojavayê Kurdistanê

Heyet El Tensîq El Weteniye-Tevgera Guhertin a Demokratîk

Partiya Yekitiya Suryanî

Partiya Kombûna Nîştimanî ya Kurdistanî

Partiya Demuqrat a Kurd li Sûrî (Partî)

Partiya Yekitiya Demokrat a Kurd li Sûriyeyê (Yekitî)

Partiya Çep a Şoreşgerî li Sûriye

Partiya Suryaya

Partiya El Weten El Sûrî

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku îradeya gelan her tim ji zilma zordaran mezintir e û bang li hemû pêkhateyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat kirin ku destkeftiyên Rêveberiya Xweser biparêzin û li pişta Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bin, ji ber ku ew li herêmên rizgarkirî parêzvanên ewlehî û aramiyê ne.

Di berdewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ku QSD'ê hêzeke nîştimanî ya tevahî pêkhateyên gelê Sûriyeyê ye û armanca wê avakirina Sûriyeya pirreng û demokratîk e.

Di dawiya daxuyaniyê de ev xal hatin diyarkirin:

"Em berpirsê qonaxa bê ne û divê hemû bi cidî bixebitin û van xalên li jêr pêk bînin:

Divê bi rêya hevkariya bi hêzên nîştimanî yên li ser erdê re ewlehî û îstîqrar were misogerkirin.

Divê di navbera tevahî pêkhateyên gelê Sûriyeyê de bêyî paşguhkirin, diyaloga nîştimanî ya giştî hebe.

Divê Sûriyeyeke demokratîk, pirreng û nenavendî were avakirin ku mafê her pêkhateyekê ya birêvebirina karên xwe yên hundirîn hebe.

(mh/fr)