Li Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê qedexeya derketina derve hat îlankirin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê, ji ber rewşa ewlekariyê ji saet 20.00’an heta 08.00’ê serê sibehê qedexeya derketina derve îlan kiri.

Li Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê qedexeya derketina derve hat îlankirin
8 kanûn, 2024   18:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn derbarê mijarê de daxuyaniyek belav kir û ev agahî parve kirin: 

“Ji ber rewşa ewlekarî û awarte ya ku em li Sûriyeyê dijîn, ji bo parastina ewlehiya navxweyî û nehiştina kiryarên ku ziyanê digihîne ewlehiya welatiyan, em ji demjimêr 20.00’an (êvarê) heta 08.00’an (serê sibehê) qedexeya derketina derve radigihînin.”

(a)

ANHA