Berxwedana Minbicê mezin dibe

Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê bersivên tund didin çeteyên dewleta Tirk a dagirker û derbeyan li wan dixin. Dewleta dagirker hewl dide bi êrişên balafiran berxwedanê bişikîne.

Berxwedana Minbicê mezin dibe
8 kanûn, 2024   18:23
MINBIC

Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên herêmî hatine girtin, li taxa Sereb a bajarê Minbicê di navbera şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbic û çeteyên dewleta Tirk a dagirker de şerekî giran diqewimê. Di pevçûnan de derbeyên giran li çeteyan hatin xistin. Lê agahiyên zelal nehatin bidestxistin. 

Li gundê Hesen Axa yê li başûrê Minbicê jî di navbera şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê û komên çeteyan de pevçûnên dijwar diqewimin.

Dewleta Tirk a dagirker jî bi balafiran hewl dide çeteyên xwe biparêz e. Çavkaniyan ragihand ku balafirên bêmirov û biçek ên dewleta dagirker, derdora gundê Hesen Axa bombebaran kiriye.

(a)
ANHA