33 partiyan ev bersiv dan Tirkiye: Em ê projeya xwe ya demokratîk biparêzin

33 partî û tevgerên siyasî, civakî û jinan îdiayên dewleta Tirk a dagirker ên derbarê hilbijartinên li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de derewandin û diyar kirin ku hilbijartinaên şaredariyan bandorê li serdestiya Sûriyeyê nake û gefan li dewletên cîran naxwe. Partiyan gotin "Em ê bi hemû rêbazan tecrûbeya xwe ya demokratîk biparêzin."

33 partiyan ev bersiv dan Tirkiye: Em ê projeya xwe ya demokratîk biparêzin
30 gulan 2024   12:13
NAVENDA NÛÇEYAN

33 partî û tevgerên siyasî, civakî û jin ên li Herêma  Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê gef û îdiayên dewleta Tirk a dagirker ên li ser hilbijartinên şaredariyan de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dewleta Tirk a dagirker bi hincetên cuda cuda gefan li Sûriyeyê dixwe, lê armanca wê wê dagirkirina Sûriyeyê û pêkanîna siyasetên xwe li ser xaka Sûriyeyê ye. Hate gotin, her tim gefên dewleta Tirk bi berxwedana pêkhateyên Sûriyeyê rû bi rû dihat.

Di dewama daxuyaniyê de hat bi bîrxistin ku bi destpêka aloziya Sûriyeyê re gefên dewleta Tirk û destwerdanên wê yên li xaka Sûriyeyê zêde bûn û ev nirxandin hatin kirin "Ruxmî ku tu ne ji aliyê Rêveberiya Xweser ve û ne jî ji aliyê Sûriyeyê ve bi giştî tu gef li ser Tirkiyeyê nîn in, lê destwerdana dewleta Tirk gihişt wê astê ku li bakurê Sûriyeyê qadeke fireh dagir bike. Dewleta Tirk îdia dike ku projeya Rêveberiya Xweser projeyeke cudexwaziyê ye, lê di bernameyên tu partiyên ku beşdarî damezirandina Rêveberiya Xweser bûne de tu bendên ku banga cudexwaziyê dike nin e. Rêveberiyê Xwesr banga parastina yekitiya Sûriyeyê û qedexeya binpêkirina serdestiya wê dikin. Her wiha banga çareserkirina aloziya Sûriyeyê bi rêya diyalogên navxweyî yên sûriyeyî dike. Lê ev yek li xweşiya rejîma Tirk nehat, lew ra bi hinceta ku ev proje xeteriyê li ser ewlehiya neteweyî ya Tirk çêdike, Rêveberiya Xweser tawanbar dike û hewl dide rejîma Sûrî li dijî wê sor bike.

Vê carê jî bi hinceta hilbijartinên şaredariyan ku biryar e 11’ê Hezîranê pêk werin, Bahcelî  û Konseya Ewlehiyê ya Tirkî careke din dest bi gefên pêkanîna êrişan li ser Sûriyeyê û dagirkirina xaka wê kirin.

Em partî û hêzên siyasî yên ku ev daxuyanîna îmze kirine, careke din teqez dikin ku di projeya Rêveberiya Xweser de tu niyetên cudebûna ji Sûriyeyê nine, lê belê em banga parastina yekitiya Sûriyeyê dikin.

Hilbijartinên şaredariyan tiştekî ji serdestiya Sûriyeyê kêm nake û gefan li dewletên cîranê naxwin. Lê ev hilbijartin pêkanîneke demokratîk da ku pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştî zêdetirî 13 salan ji şer, welatiyan  ku xizmetê pêşkêş bikin, hilbijêrin. Li ser vê yekê lazim e ku mekanîzmeyeke demokratîk hebe da ku rayedar li gorî wê mîsyonên xwe bi cih bînin.

Em bang li Tirkiyeyê dikin ku bi erênî li vê ezmûna demokratîk binêre. Gefên wê tu ewlehiyê ji herêmê re nayîne. Em destwerdanên di kar û barên me yên hundirîn red dikin. Em teqez dikin mafê me heye ji bo xizmeta gelê xwe karên guncaw bikin bêyî ku zerar bidin derdorê.

Em teqez dikin ku em ê bi hemû rêbazan tecrûbeya xwe ya demokratîk biparêzin. Her wiha em bang li NY û Koalîsyona Navneteweyî dikin ji bo bidawîkirina êrişên dewleta Tirk ên li ser me erkên xwe bi cih bînin. Em bang li welatiyên xwe dikin ku li derdora tecrûbeya Rêveberiya Xweser kom bibin û bi hemû rêbazan parastina wê bikin."

Partiyên ku daxuyanî dane ev in:

1-Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD)

2-Partiya Kesk a Demokrat

3-Partiya Aştiya Demuqrat a Kurdistanê

4-Partiya Lîberal a Kurdistanê

5-Partiya Komunîst a Kurdistanê

6- Partiya Demoqrat a Kurdî ya Sûrî (P.D.K.S)

7-Partî Demuqratî Kurdistanî-Sûrî

8-Partiya Çep a Demokrat a Kurd li Sûriyê

9- Partiya Çep a Kurd li Sûriyê

10-Partiya Sûriyeya Pêşerojê

11- - Partiya Guhertina Demoqrat a Kurdistanê

12-Partiya Nûjen a Kurdistanê

13-Yekitiya Karkerên Kurdistanê

14-Desteya Nîştimanî ya Erebî (Heyai El Weteniya El Erebiya)

15-Partiya Nûjen û Demokrat a Sûriyeyê

16-Partiya Rêkeftina Demokratîk a Kurdî Sûrî

17-Partiya Çeksaziyê –Sûriye

18-Partiya Asûrî ya Demokratîk

19-Partiya Biratî ya Kurdistanê

20- Partiya Roj a Demokratîk li Sûriyê

21-Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM)

22-Kongra Star

23-Partiya Muhafezkaran

24-Partiya Têkoşîna Demokrat

25-Şepêla Pêşeroja Kurdistanê (Ş.P.K)

26-Partiya Demokrat a Kurdistanê-Rojavayê Kurdistanê

27-Heyet El Tensîq El Weteniye- Hereket El Texyîr El Demokratî

28-Partiya Yekitiya Suryanî

29-Partiya Kombûna Nîştimanî ya Kurdistanê (P.K.N.K)

30-Partiya Demuqrat a Kurd li Sûrî (Partî)

31-Partiya Yekitiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (Yekitî)

32-Şepêla Çep a Şoreşge li Sûriye

33-Partiya Suraya.

(bb)

ANHA