31’ê Adarê betlane ye

Bi boneya cejna Ekîto, 31’ê Adarê wek betlane hat ragihandin. Her wiha 3 partî û rêxistinên Asûrî-Suryan ji bo tevlêbûna pîrozbahiyên cejnê bang kir.

31’ê Adarê betlane ye
31’ê Adarê betlane ye
31’ê Adarê betlane ye
28 adar, 2024   13:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biryarek da û diyar kir ku bi boneya cejna Ekîto, tevahî saziyên fermî yên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk roja yekşemê (31’ê Adarê) dikin betlane. Hate destnîşankirin ku saziyên pêwîstiyên wan bi karê rojane hene, di biryarê de cih nagirin.

Bi vê boneyê Partiya Demokratîk a Asûrî, Rêxistina Asûrî ya Demokratîk û Partiya Yekitiya Suryan banga tevlêbûna pîrozbahiyên cejna Ekîto kir ku dê 1’ê Nîsanê dê werin lidarxistin.

Pîrozbahiyên cejna Ekîto dê li van herêman werin lidarxistin:

- Gundê Girê Şêran ê Tirbespiyê, saet 11.00.

- Bajarê Hesekê û gundê Til Werdiyat ê navçeya Til Temirê, saet 12.00.

- Gundê Hikmiye yê Dêrikê, saet 14.00.

(bb)

ANHA