Li Xezayê 66 kesên din hatin kuştin

Hate ragihandin ku li bakur û başûrê Xezayê di êrişên Îsraîlê de herî kêm 66 kesên din hatine kuştin. Li aliyekî din Til Evîv êrişa li ser navenda tenduristiyê ya El Şîfa didomîne.

Li Xezayê 66 kesên din hatin kuştin
28 adar, 2024   13:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ragihand ku duh bi şev Îsraîlê êrişên li ser Xezayê domandine û di encamê de herî kêm 66 kes hatine kuştin.

Rayedarekî xwecih jî diyar kir ku şerên mezin li bakurê Xezayê û Xan Yunisê ya li başûrê Xezayê rû dane.

Hemwextî wê ajansa nûçeyan a Filistînê ‘Wefa’ ragihand ku şer li bajarokên Dîfa El Xerbiye heye.

Artêşa Îsraîlê hedefgirtina navenda tenduristiyê ya li Xezayê didomîne ku îdia dike endamên Hemasê xwe di tê de vedişêrin.

Li Xan Yunisê jî artêşa Îsraîlê êrişî herêma ku nexweşxaneyên Nasir û El Emel lê ne, dike.

(şx)