Kesayetên eşîran: Nenavendîbûna siyasî misogerkirina mafan e

Kesayetên eşîran li bajarê Hesekê diyar kirin ku pêkhateyên Sûriyeyê ji her demê zêdetir hewcedarî ne navendiyê ne û ew tekane riya beşdariya hemû kesî di biryara siyasî de ye. Her wiha gotin ku yekîtî û hevgirtina civakî ya xwe dispêre têkiliyên dîrokî riya parastina herêmê ji hemû aloziyan e.

Kesayetên eşîran: Nenavendîbûna siyasî misogerkirina mafan e
22 îlon, 2025   02:35
HESEKÊ
BILIND HACÎ

Hikûmeta Veghêz a Sûriyeyê li ser xeta hikûmeta rêjîma berê di mijara ne navendîbûnê de bi israre. Tu guhertinan di riya çareseriya demokratîk de pêk nayîne. Li beranberî vê rewşa hikûmeta veguhêz dengên ne razîbûnê di nava netew, mezheb û hemû pêkhateyên gelê Sûriyeyê de bilind dibin.

Ajansa me di vê derbarê de hevdîtin bi kesayetên civakî û rûspiyên eşîrên bajarê Hesekê re lidar xist. Di nerînan de diyar bû sîstema ne navendî daxwaza sereke ya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Ji ber ne navendî tekane riya avakirina dewleteke pireng û saziyên wê nûnertiya hemû beşê civakê dike ye.

Derbarê mijarê de nûnerê Meclîsa Aştiya Gelerî li Bajarê Hesekê Mihemed Xêr Necarî got ku ne navendî daxwaza hemû gelê herêmê ye û ev tişt anî ziman: “Sîstemeke ne navendî hemû pêkhateyên Sûriyeyê ji Dera heta Dêrikê cihê xwe tê de digirin, daxwaza her kesî ye. Divê dewleta saziyan be, nûnertiya hemû pêkhateyan bike.”

Necarî di berdewama axaftina xwe de dîroka hezarên salan bi bîr anî û wiha dom kir: "Bi hezarên salan e eşîran roleke sereke di parastina civakê de girtiye. Kantona Cizîrê ne tenê çavkaniya xwarinê ya Sûriyeyê, ew jêdera jiyana hevbeş û biratiya gelan e.”

Necarî di dawiya axaftina xwe de hişyarî da ku hin derdor dixwazin di navbera gelê herêmê de tevliheviyê derbixin û bibîr xist ku aqilmendiya eşîran misogeriya parastina aştiya gelerî ya di herêmê de ye.

Endamê Meclisa Eşîra Bûblana ya kurdî Selman Gedo li ser mijarê got ku yekîtiya gelê kurd û yekîtiya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê misogeriya rast a derbaskirina aloziyan e û wiha dom kir: “Em ji sedê salan ve kombûyîna eşîran in. Ev têkiliya xurt ji bo siberoja bi ewle û aram bûye pêwistiyeke. Parastina hevgirtina pêkhateyên herêmê ji ereb, kurd û pêkhateyên din tê wateya parastina têkiliyên kevin a sedê salan. Ji lewma destdirêjiya li vê yekîtiyê xeteriya li ser hemûyan e.”

‘Veger ji ne navendiya siyasî nîne’

Serokê Meclisa Eşîra Bûblana Efîf Elî jî li ser mijarê wiha axivî: “Eşîr û partî li ser daxwaza ne navendî yek par in. Ne navendî 2 cûrene. Ya siyasî û ya îdarî ye. Em qebûl nakin tenê bi îdarê ve girêdayî bimînin. Ev me vedigerîne xala destpêkê. Piştî me 15 hezar şehîd kirin qurbanî, ne mumkine em ji mafê xwe gavan paş ve bavjêjin. Kurd divê mafê xwe wekî hemû gelê din bi dest bixe.”

Efîf Elî di dawiya axaftina xwe de got ku rewşa Sûriyeyê di pirengiya wê de ye û ev tişt anî ziman: “Hebûna kurd, ereb, çerkes, ermen û pêkhateyên din cûdahiyê dide. Ev pirengî bedewiya wê zêde dike. Tevî bi salan partiya Baas hewl da têkiliyên dîrokî têk bibe, bi ser ne ket.”

(dc)

ANHA