300 xwendekarên Siwêdayê yên li Helebê dixwendin gihîştin bajarê xwe

Piştî aloziyên mezhebî ku çend rojan dom kir û di nava xwendekaran de tirs çêkir, îro zêdetirî 300 xwendekarên Siwêdayê yên ku li zanîngehên Helebê dixwendin ji bo warên wan hatin veguhastin.

300 xwendekarên Siwêdayê yên li Helebê dixwendin gihîştin bajarê xwe
7 gulan, 2025   21:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên xwendekaran û malbatên wan, piştî îstîqrareke rêjeyî li ser rêya Şam-Siwêdayê çêbû û di çarçoveya derxistina komî ya xwendekaran de nêzî 300 xwendekarên Siwêdayê yên ku li zanîngehên Helebê dixwendin gihîştin Siwêdayê.

Çavkaniyan destnîşan kir ku, derxistina xwendekaran piştî nêzî 10 rojan ji destpêkirina bûyerên tundiya mezhebî ya li dijî xwendekarên zanîngehên Humsê û Şamê pêk hat. Piştre ew bûyera tundiya mezhebî li dijî xwendekarên Zanîngehên Helebê jî pêk hatin û bi kêran li xwendekaran da û vê yekê di nava xwendekaran de metirsî çêkir û hiştin ew vegerin herêmên xwe.

Xwendekarekî ku îro gihîşt Siwêdayê got: "Mixabin me ji ber tundiya mezhebî terka xwendina xwe kir. Em nizanin ka ev çi kareset e bi ser serê welatê me de hatiye. Em li benda dewletê bûn ku li hemberî van êrişan helwesteke cidî nîşan bide, lê mixabin ew jî bê deng bû."

Xwendekar diyar kir ku bêdengiya desthilata Şamê, Wezareta Perwerdeyê û Wezareta Karên Hundirîn metirsiya li ser wan zêde kir û got: "Heta ku ewlehî misoger nebe ez venagerim zanîngehê."

Berî 10 rojan jî bi hezaran xwendekarên Siwêdayê ji bajarên Hums, Şam, Laziqiyê  û Hemayê hatin derxistin û ber bi Siwêdayê ve hatin şandin.

Girêdayî wê, xwendekaran li ser medyaya civakî bi peyaman bang li Wezareta Perwerdeyê û rêveberiyên zanîngehan kir ku ewlehiya wan misoger bike û ji bo domandina xwendina wan bibe garantor.

(mh/fr)