Tora kehrebê ya di navbera Bendava Tebqa û Cizîrê de ji nû ve ket xizmetê

Desteya Enerjiyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cezîrê xebatên rastkirina burcên hilweşyayî yên li ser xeta voltaja bilind a di navbera Bendava Tebqa û Hesekê de bi dawî kirin. Niha jî amadekarî têne kirin ku kehrebe ji stasyonên veguherînê yên kantorê re were dabînkirin.

Tora kehrebê ya di navbera Bendava Tebqa û Cizîrê de ji nû ve ket xizmetê
7 gulan, 2025   21:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Tîmên pîşeyî yên xeta voltaja bilind ên Daîreya Veguhastin û Belavkirina Enerjiyê ya Desteya Enerjiyê ya Kantona Cezîrê, piştî 6 rojan ji xebateke giran, xebatên tamîrkirin û sererastkirinê yên li ser xeta ku Bendava Tebqayê û bajarê Hesekê bi hev ve girê dide bi dawî kirin.

Burcên hilweşiyayî hatin tamîrkirin û ceribandinên pêwîst hatin temamkirin, ji bo amadekariyên jinûve kehrebê bidin stasyonên veguherînê li herêmê. Ev yek wê di îstîqrara tora kehrebeyê û başkirina asta xizmetkirina ji bo welatiyan de bibe alîkar.

Ev xebat, piştî şeva pêncşema borê 3 burcên kehrebeyê yên navendî ji ber bahoza tozê ya li herêmê hilweşiyan, pêk hat. Di encamê de xeta sereke ya kehrebê ji xizmetê derket û kehrebe li herêmê qut bû.

Ruxmî rewşên avhewayê yên dijwar jî, lê tîmên tamîrkirinê xebatên xwe dewam kirin û di bidawîkirina xebatên restorakirin û jinûve bikaranîna xeta sereke de bi ser ketin. Da ku kehrebê ji herêmê re dabîn bikin û rewşa wê baş bikin.

Ev hewldan, pabendiya desteyê ya pêşkêşkirina xizmetguzariyên kehrebê di nava rewşên avhewayê yên dijwar de, nîşan dide.

(fr)

ANHA