Li perava Sûriyeyê kiryarên revandinê didomin

Binpêkirinên li dijî sivîlan li deverên cuda yên perava Sûriyeyê didomin. Herî dawî komên çekdar bi ser malên sivîlan li gundewarên Tartûs û Laziqiyê de girtin û welatî revandin.

Li perava Sûriyeyê kiryarên revandinê didomin
7 gulan, 2025   20:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Li deverên cuda yên perava Sûriyeyê binpêkirin û sûcên komên çekdar ên li dijî welatiyan didomin.

Girêdayî wê, çavkaniyan ji Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) re da zanîn ku komên çekdar ên girêdayî Wezareta Parastinê û Wezareta Karên Hundirîn ên desthilata Şamê bi ser gelek malên gundê Hebabe yê gundewarê Dirêkîş ê parêzgeha Tartûsê de girtin. Çekdaran mal û milkên welatiyan şikandin û 10 welatiyên ji gund ber bi cihekî nediyar ve revandin.

Di bûyereke heman rengî li Laziqiyê de, komeke çekdar a ji hêzên navborî bi ser maleke gundê Îdiyê yê bajarê Ceblê de girt û kel û pelên malê şikandin.

Ev yek di demekê de, ku fikarên niştecihên herêmê der barê van kiryaran de zêde dibin pêk tê. Niştecihan daxwaza bidawîanîna van binpêkirinan û hesabpirsîna berpirsên wan û misogerkirina rêzgirtina serweriya qanûnê û mafên welatiyan kirin.

Berî çend saetan SOHR'ê ragihandibû ku şevê berê şêxê Elewî Salih El Mensûr ji mala wî ya gundê Ras El Eyn ê gundewarê Ceblê ji aliyê dewriyeyeke hêzên desthilata Şamê ve ber bi cihekî nediyar ve hat revandin.

Li gorî çavkaniyan, endamên dewriyeyê heqaret li şêx û malbata wî kiribûn û hewl dabûn erebeya wî bidizin û endamên din ên malbatê birevînin, lê şêniyên gund destwerdan kir û rê li ber wan girt.

(mh/fr)