3 partiyên Başûr tifaqa hilbijartinê ava kirin

Partiya Komunîst Kurdistan, Partiya Sosyalîsta Demokrata Kurdistan û Partiya Zehmetkêşên Kurdistan ji bo hilbijartina Parlamentoya Herêma Kurdistanê ‘Tifaqa Herêma Kurdistan’ ragihand.

3 partiyên Başûr tifaqa hilbijartinê ava kirin
14 adar, 2024   22:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji bo beşdarbûna hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê, Partiya Komunîst Kurdistan, Partiya Sosyalîsta Demokrata Kurdistan û Partiya Zehmetkêşên Kurdistan ‘Tifaqa Herêma Kurdistan’ ragihand.

Li gorî agahiyên bi dest ajansa me ketine, dê li ser diyarkirina namzetên hevbeş li herêmên cuda yên Herêma Kurdistanê lihevkirinek bê kirin.

Her sê alî niha li Hewlêrê ji bo diyarkirina rêgez, şert û hûrgiliyên hevbendiya xwe û tomarkirina wê li Komîsyona Hilbijartinê dicivin.