3 ciwanên li Lubnanê winda bûbûn hatin dîtin

3 ciwanên sûriyeyî yên li Lubnanê winda bûbûn, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin dîtin.

3 ciwanên li Lubnanê winda bûbûn hatin dîtin
12 îlon, 2024   12:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî malperên xwecih ên Siwêdayê, 3 ciwanên sûriyeyî yên li herêma Hermelê ya Lubnanê agahî ji wan qut bûbû, hatin dîtin.

Hate diyarkirin ku her sê ciwan ji aliyê komekê ve hatibûn revandin û ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin rizgarkirin.

Malperên xwecih ku agahî ji malbata ciwanekî wergirtine, diyar kir ku "Komeke kiryarên revandinê dike, bi hinceta lihevkirina ji bo kar gazî li ciwanan kiribû û ew revandibûn. Hêzên ewlekariya Lubnanê berbanga vê sibehê her sê ciwan rizgar kirin.”

Ciwanên bi navên Beşar Samir Hemra, Meced Meen Ebû Qensûl û Munîr Mekarim ku ji bajarê Siwêda yê Sûriyeyê ne, lê li bajarê Aliya yê herêma Hermel a Lubnanê diman, piştî xebata avakirinê ya li gundê Silêma yê Cebel Lubnan agahî ji wan qut bûbû.

(bb)

ANHA