Îsraîlê li ser rêya Şam-Quneytîrayê erebeyek kir hedef: 2 kes hatin kuştin

Artêşa Îsraîlê li ser rêya Şam-Quneytîrayê erebeyek bombebaran kir. Di encamê de 2 kes hatin kuştin.

Îsraîlê li ser rêya Şam-Quneytîrayê erebeyek kir hedef: 2 kes hatin kuştin
12 îlon, 2024   12:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî medyaya xwecih, artêşa Îsraîlê li rojhilatê bajarokê Xan Ernebe yê li ser rêya Şam-Quneytîrayê erebeyek bombebaran kir. Hate zanîn ku di encama bombebaranê de 2 kes hatin kuştin. 

Her wiha hate îdiakirin ku ji kuştiyan yek leşker e ku di erebeyê de bû.

(bb)