Îsraîlê bombe li dibistanekê barandin: 18 kuştî

Di êrişa hewayî ya artêşa Îsraîlê ya li Xezayê ya li dijî dibistanekê de ku koçber lê diman, 6 jê karmendên UNRWA’yê, 18 kes hatin kuştin.

Îsraîlê bombe li dibistanekê barandin: 18 kuştî
12 îlon, 2024   11:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Dezgeha Parastina Sivîlan a Xezayê, artêşa Îsraîlê dibistana Caûnî ya li Xezayê ya ku koçberên Filistînê lê dimînin, bombebaran kir. 

Dezgeha Parastina Sivîlan ragihand ku di bombebaranê de 2 jê xebatkarên Ajansa Alîkarî û Xebitandina Penaberên Filistînê (UNRWA) ya girêdayî Neteweyên Yekbûyî, bi giştî 18 kes hatine kuştin.

UNRWA’yê jî diyar kir ku di êrişa Îsraîlê de 6 karmendên wê jiyana xwe ji dest daye.

Sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres der barê êrişê de nivîsek li ser hesabê xwe yê X’ê parve kir. Guterres kuştina 6 karmendan şermezar kir û got: "Tişta li Xezayê qewimiye, qet nayê qebûlkirin. Dibistana ku 12 hezar kesan dihewîne careke din bû hedefa êrişa hewayî ya Îsraîlê."

Guterres piştrast kir ku di êrişê de 6 xebatkarên UNRWA’yê hatinr kuştin û got: "Divê demildest binpêkirinên giran ên dijî qanûnên mirovî yên navneteweyî werin sekinandin."

(bb)