3 ciwan dema ji Helebê vedigerîn Efrînê winda bûn

Têkilî bi 3 ciwanan re dema ji taxa Eşrefiyê ya Helebê ber bi gundewarê Efrînê yê dagirkirî ve vedigerîn qut bûn.

3 ciwan dema ji Helebê vedigerîn Efrînê winda bûn
8 nîsan, 2025   22:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê diyar kir ku 3 ciwan ji şeva duşemê (7’ê Nîsanê) ve, dema ji taxa Eşrefiyê ya bajarê Helebê bi erebeya xwe vedigerîn Efrînê winda bûn. 

Ciwanên winda bûne; Dijwar Mecîd Zênel û Ehmed Idrîs Zênel ji gundê Tilifê yê bajarê Cindirêsê ne û yê sêyemîn jî ji pêkhateya Ereb e.

Malbatên ciwan aliyên berpirs ên li bajarê Helebê, "Ewlehiya Giştî" û Hêzên Ewlekariya Hundirîn agahdar kirin, lê heta niha aqûbeta wan ne diyar e.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê rewşa wan dişopîne û bang li aliyên berpirs dike hewldanên xwe zêde bikin.

(fr)