Til Avîv: Ji ber şerê me yê li dijî Hizbullah û Îranê Esed ket

Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê got ji ber şerê wan ê li dijî Hizbullah û Îranê li Sûriyeyê desthilata Beşar Esed hilweşiya û bang kir ku divê Sûriye xwedî stratejiyeke serbixwe be û xwe nespêre hêzên derve.

Til Avîv: Ji ber şerê me yê li dijî Hizbullah û Îranê Esed ket
8 nîsan, 2025   21:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Gideon Saar got ku ketina rejîma Beşar Esed yek ji encamên şerê Îsraîlê yê li dijî Hizbullah û Îranê li Sûriyeyê bû û diyar kir ku Tehranê di gelek salan de hewl da Sûriyeyê ji xwe re bike baregeha pêkanîna êrişan li dijî Îsraîlê.

Saar ji kenala Sky News Erebî re diyar kir ku Îsraîlê êrişên xwe yên li dijî Îranê di hundirê Sûriyeyê de zêde kirin, her wiha pergala çekan ku Îranê bi rêya wê hewl dide ji Sûriyeyê ve êrişî Îsraîlê bike hat wêrankirin.

Saar diyar kir ku ji ber şerê wan ê li dijî Hizbullah û Îranê desthilata Esed hilweşiya.

Der barê siberoja têkiliya bi Sûriyeyê re Saar pirsî û got gelo wê niha Sûriye stratejiyek serbixwe pêk bîne yan jî xwe bispêre hêzeke derve. Ev pirseke di cih de û girîng e, lê Sûriyeyê xwedî biryar in.

Di dema dawîn de, nakokiyên di navbera Îsraîlê û dewleta Tirk a dagirker de zêde bûn û gengaziya rûdana şerekî rasterast jî zêde bû.

(mh/fr)