‘YPJ hebûn û nasnameya jinan e’

Jinên ji bajarê Hesekê diyar kir ku bi saya şervanên Yekîneya Parastina Jin (YPJ) xaka Rojavayê Kurdistanê û destkeftiyên şoreşa jinan hatine parastin û erka tevahî jinan jî ew e ku piştgiriya şervanên xwe yên YPJ’ê bikin.

‘YPJ hebûn û nasnameya jinan e’
24 sibat, 2026   15:30
HESEKÊ
ZEYNEB ŞÊXO

Jinên beşdarî meşa piştgiriya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û parastina destkeftiyên şoreşa Rojavayê Kurdistanê ya li bajarê Hesekê bûn, ji ajansa me re axivîn.

Fatmê Keleş a ji Dirbêsiyê diyar kir ku wê her tim pêşgiriya hêza YPJ`ê bike û wiha gotin: "Mafê jinê heya kul i Sûriyeyê di hemû dadê jiyanê de cihê xwe bigre. Di vê demê de li ser xaka Sûriyeyê mafê jinê tê paşguhkirin. Li hemberî vê yekê jî têkoşîneke xurt pêwîst dike. Ji bo parastina nasname û mafên jinan erka jinan parastina destkeftiyên xwe bike.”

Fatmê destnîşan kir ku YPJ ji bo parastina tevahî jinan û civakê xwe kirine fedayî. Parastina Kurd, Ereb û Suryanan dikin. Erka her jinekê ye ku destkeftiyên şoreşa jinan biparêze û xwedî lê derkeve û slogana jinan wê her tim Jin, Jiyan, Azadî be.

Siltan Xelef jî diyar kir ku meşên ku tên lidarxistin ji bo piştgiriya şervanên YPJ’ê ne û wiha got: "Em ji tevahi jinên cîhanê û jinên Sûriyeyê re bûne îlham. Ji ber ku bi fikirên Rêber Apo jinan nasname û hêza xwe nas kirin.”

Beyan Xelîl a ji bajarê Hesekê destnîşan kir ku YPJ hêza parastina jinan e û ji destpêka şoreşê heta niha destkeftiyên jinan diparêze û got: "Em ê her tim piştgiriya şervanên xwe bikin. YPJ`ê DAIŞ têk bir û ji bo hemû jinan bû cihê îlhamê.”

ANHA