2 keştiyên geştiyaran binav bûn: 9 kes mirin

Li Çînê du keştiyên geştiyaran ji ber dijwariya ba bin av bûn. Di encamê de 9 kesan jiyana xwe ji dest da û 70 kes jî birîndar bûn.

2 keştiyên geştiyaran binav bûn: 9 kes mirin
5 gulan, 2025   12:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Xinhua, duh li bajarê Qianxi yê parêzgeha Guizhou ya başûrê rojavayê Çînê du keştiyên geştiyaran ji ber dijwariya ba bin av bûn. Ajansê diyar kir ku di encamê de 9 kes mirin û 70 kesên din jî birîndar bûn.

Heman ajansê da zanîn ku di qezayê de 74 kes bin nav bûn û kesek winda ye. Her wiha diyar kir ku 70 birîndar rakirin nexweşxaneyê û 4 kes rizgar bûn.

(bb)