Li Nexweşxaneya Miştenûr beşên nû hatin vekirin

Li Nexweşxaneya Miştenûrê ya li Kobanê beşên testa laşmanya û şûştina gurçikan hatin vekirin.

Li Nexweşxaneya Miştenûr beşên nû hatin vekirin
Li Nexweşxaneya Miştenûr beşên nû hatin vekirin
Li Nexweşxaneya Miştenûr beşên nû hatin vekirin
Li Nexweşxaneya Miştenûr beşên nû hatin vekirin
Li Nexweşxaneya Miştenûr beşên nû hatin vekirin
Li Nexweşxaneya Miştenûr beşên nû hatin vekirin
Li Nexweşxaneya Miştenûr beşên nû hatin vekirin
Li Nexweşxaneya Miştenûr beşên nû hatin vekirin
5 gulan, 2025   12:27
KOBANÊ

Nexweşxaneya Miştenûrê ya li Kobanê ji beşên jin, nexweşiyên hundirîn û nexweşiyên zarokan, şekir,  testa şekir, nexweşiyên sinir, piştgiriya piskolojî û dermanxaneyekê pêk dihat, di 25`ê Kanûna 2023`an de ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatibû hedefkirin. Di encama êriş de nexweşxane bi temamî hilweşiya bû.

Piştî rûxandinê, Desteya Tenduristiyê ya Kantona Firatê  nexweşxane  bir cihekî din ku xebatên xizmetkirina civakê domand.

Li  Nexweşxaneya Miştenûrê îro bi merasîmekê beşên testa laşmaniya û şûştina gurçikan hatin vekirin.

Di merasîmê de Dr. Besrawî Elî axivî û diyar kir ku ew bi vekirina beşên nû şanaz in û got:" Li ku derê dibe dibe bila bibe em ê ji bo xizmeta gelê xwe bi roj û şevê bixebitin. Em vê nexweşxaneyê jî diyarî Kobanê dikin."

Desteya Tenduristiyê ya Kantona Firatê, ji ber keda Dr. Besrawî Elî spasnameyek pêşkêşî wî kir.

Piştr beşên nû yên nexweşxaneyê ji aliyê malbatên şehîdan ve li pêşiya beşdaran hatin vekirin.

(sş/bb)

ANHA