Şaredariyên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê cara duyemîn bi Meclîsa Helebê re civiya

Îro duyemîn civîna hekariyê di navbera Şaredariya Gel a taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê û Meclîsa Bajarê Helebê de li avahiya parêzgehê hate lidarxistin. Armanca civînê zêdekirina hevahengiyê û aktîvkirina komîteyên ji bo pêşkêşkirina xizmetguzariyên herî baş ji şêniyan re bû.

21 nîsan, 2025   17:52
HELEB
MİHEMED EBDO

Îro şandeke Şaredariya Gel a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê serdana Meclisa Bajarê Helebê kir ji bo birêxistinkirina karên şaredariyan li her du taxan bike, li gorî xala 11 a rêkeftina ku di navbera Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û desthilata Şamê de hatiye îmzekirin. 

Şandeya Şaredariya Gel a her du taxan ji hevserokatiya şaredariya Emîna Beyrem û Mistefa Şahîn û hejmarek endezyarên şaredariyê pêk dihat.

Şadnde ji aliyê hejmarek endamên Meclisa bajarê Helebê bi serokatiya Serokê Meclîsê Mihemed Elî El Ezîz li avahiya parêzgehê hatin pêşwazîkirin.

Di civînê de, ku nêzîkî du demjimêran dom kir, gengeşe li ser mîkanîzma aktîvkirina komîteyên xizmetguzarî yên elektrîk, av û paqijî, hate kirin.

Her wiha gotûbêj li ser mekanîzmaya nûnertiya taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê di nava Meclîsa Bajarê Helebê de jî hate gotûbêjkirn.

Hêjayî gotinê ye ku xala 14`an a rêkeftina Helebê de hatiye gotin "divê dezgehên xizmetguzarî, îdarî, perwerdeyî, şaredarî û meclîsên xwecihî yên heyî li her du taxan weke xwe bimînin ta ku komîteyên navendî yên hevbeş der barê çareseriyeke berdewam lihev bikin.

(k)