2 çekdarên ʹDîfa El Wetenîʹ di êrişa DAIŞʹê de hatin kuştin
Di êrişeke çeteyên DAIŞ'ê li çolistana Sûriyeyê de 2 endamên koma çekdar a ʹDîfa El Wetenîʹ ya girêdayî hêzên hikumeta Şamê hatin kuştin.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku şaneyên çeteyên DAIŞ'ê li dijî noqteyeke koma çekdar a ʹDîfa El Wetenîʹ a girêdayî hikumeta Şamê ya nêzî rêya Eserya - Reqa ya çolistana Sûriyeyê êrişek pêk anî. Di êrişê de 2 çekdarên ʹDîfa El Wetenîʹ hatin kuştin û çete reviyan.
(mh)