Benda 4′an li Kobanê hate bombebarankirin

Balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker bendeke din a Hêzên Ewlekariya Hundirîn li têketina rojavayê Kobanê bombebaran kir, bi wê re ev benda 4′an di saetekê de tê bombebarankirin.

Benda 4′an li Kobanê hate bombebarankirin
26 kanûn, 2023   19:20
KOBANÊ

Balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker beriya çend kêliyan de bendeke din a Hêzên Ewlekariya Hundirîn li têketina rojavayê Kobanê li ser rêya gundê Menazê ku bi benda Menazê tê naskirin, bombebaran kir.

Di saetekê de ev benda 4′an e tê bombebarankirin.

Li gorî agahiyên hatine zirarên madî bi bendê bûne.

(fr)

ANHA