Ferhad Dêrik di salvegera şehadeta xwe ya 4ˊemîn de hat bibîranîn

Bi dehan xelkê Dêrikê û malbatên şehîdan şehîd Ferhad Dêrik di salvegera şehadeta wî ya 4ˊemîn de bi bîr anî.

Ferhad Dêrik di salvegera şehadeta xwe ya 4ˊemîn de hat bibîranîn
Ferhad Dêrik di salvegera şehadeta xwe ya 4ˊemîn de hat bibîranîn
Ferhad Dêrik di salvegera şehadeta xwe ya 4ˊemîn de hat bibîranîn
Ferhad Dêrik di salvegera şehadeta xwe ya 4ˊemîn de hat bibîranîn
Ferhad Dêrik di salvegera şehadeta xwe ya 4ˊemîn de hat bibîranîn
17 hezîran, 2026   21:07
QAMIŞLO

Bi dehan şênî, malbatên şehîdan û hevrêyên şehîd Ferhad Dêrik, di salvegera wî ya şehadetê ya 4ˊemîn de li Pakrewangeha Şehîd Xebat Dêrik bi bîr anî. 

Ferhad Dêrik ji bo tedawiyê diçe Başûrê Kurdistanê, 17‘ê Hezîrana 2022‘yan li navçeya Kelarê ya Germiyanê ya bajarê Silêmaniyê di êrişeke hewayî ya dewleta Tirk de şehîd dibe.

Di merasîmê de şêwirmendê Rêveberiya Xweser Hesen Koçer li ser şehîd axivî û got: "Şehîd Ferhad Dêrik xwedî fikrekî şoreşgerî û neteweyî bû. Roleke girîng di Şoreşa Rojava de lîst, li ser bingeha demokrasiyê, birêxistinkirina civakê û xebata saziyane bi xelkê herêmê re tev li têkoşînê bû. Li herêmên ji DAIŞˊê hatine rizgarkirinê damxaya xwe hişt."

Koçer anî ziman ku: "Ligel birîndariya wî, lê dev ji rêya têkoşînê berneda, li ser rêça şehîdan meşiya, jiyana xwe di çarçoveya têkoşîna rizgariya gelan de heta kêliya şehadetê terxan kir."

Merasîm bi diruşmên "Şehîd Namirin" bi dawî bû.

(fr)

ANHA